Ajansa Îstixbarat û Lêkolênên Hevgirtî ya Iraqê, girtina 5 çeteyên DAIŞ’ê ragihand.
Ajansê, îro bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku di encama operasyonên wê yên li Bexda û Selahedînê de, ev 5 çete hatine girtin.
Tora Al-Someriya ya Iraqî jî destnîşan kir ku van çeteyan desteka lojistîk û agahiyên derbarê tevgera hêzên ewlekariyê, didan terorîstan.
Tevî têkçûna DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê, hîna jî tevgera çeteyan li çolistanên herdu welatan bi awayekî veşartî heye û car caran li deverên cuda êrîşan pêk tînin.