Satelayta ku Koreya Bakur hewil da bişîne fezayê kete

Koreya Bakur dixwaze mîna bejahî û deryayî hêza xwe ya li asmanî jî xuret bike.
Yekemîn satalatya leşkerî ya Pyongyang dixwest bişîne fezayê ket.

Rêvebiriya Pyongyang berê ragihandibûn ku ew plan dike heta 11’ê Hezîranê satelaytek ji bo şopandina çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê bikar bîne.

Lê yekem satelayta keşfê ya leşkerî ya ku Koreya Bakur plan dikir bişîne fezayê, di encama qezayekê de kete.

Rayedaran diyar kirin ku ew ê hewil bidin di demeke herî kurt de satalayteke din bicerivînin.

Hêjayî gotinê ye, di dema ketina satelaytê de li paytexta Koreya Başûr Seul û Okinawaya Japonyayê jî dengê alarimê hate bihîstin.

Lewma alarma li Seulê bû sedema aloziyekî û di nava civakê de tirs afirand.

Wezareta Karê Derve ya Amerîka jî ragihand ku kiryara Koreya Bakur binpêkirina gelek biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye û got:

“Eger Koreya Bakur di kiryarên xwe de bi îsrar bin, wê neçar bimîne ku berdêlên giran bide.”

Back to top button