Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û MSD’ê bi daxuyaniyên cuda cejna Paskalya li xiristiyanên herêmê û cîhan pîroz kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Paskalyayê pîroz kir û wiha got:
“Di demekê de ku tevahî cîhan ji ber sedema belavbûna vîrûsê di rewşên ewrte rederbas dibe, em cejna Paskalyayê ya 12’ê Nîsanê pêşwaz dikin.
Em cejnê li tevahî xiristiyanên li herêmê û cîhanê pîroz dikin.
Hêviya me ew e ku em ê tevahî boneyên olî yên pîroz di rewşên guncaw tir de pîroz bikin.”
Her wiha Meclisa Sûriya Demokratîk MSDê bi heman armancê daxuyaniyek weşand û cejin pîroz kir.
MSD’ê hêvî kir ku ev cejn bi xwe re tenduristiyê ji tevahî mirovahiyê re bîne.