Şewata li daristanên başûrê Arjantînê welat di nava domanê de hiştiye

Şewata li daristanên başûrê Arjantînê welat di nava domanê de hiştiye. Ev 21 rojin şewat didome. Tevî hemû hewildanên tîmên agirkujiyê jî lê şewat ne hatiye vemirandin.

Li gorî ajansa nûçeyan a neteweyî ya Arjantînê Telam, hat ragihandin ku ji bo vemirandina agir, bêtirî 200 xebatkarên agirkujiyê dixebitin.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber şewatê nêzî 4 hezar hektar erd li Patagonyayê şewitiye.

Heta niha ti ziyanên canî û koçberî ji ber şewatê çênebûye.

Ji ber baya zêde li herêmê, şewat bi awayekî lez belav dibe.

Rêveberiya herêmê ragihand ku ji bo xebatên vemirandina şewatê, “komîteya krîzê” hatiye avakirin.

Back to top button