Di rojekê de li cîhanê bêtirî mîlyonek û 600 hezar kes bi vîrûsê ketin

Doh li ser asta cîhanê, bêtirî mîlyonek û 600 hezar kesên nû bi vîrûsa Koronayê ketin. Ev encam weke nişanekeye xeteriya asta jor tê binav kir. Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku varîanrên Delta û Omîcronê, asta tsûnamî ya pêketiyên nû derxistin holê.

Li Amerîkayê 465 hezar,

Frans 208 hezar,

Birîtanya 183 hezar,

Îspanya 100,

Îtalya 98 hezar..

Û bi giştî mîlyonek û 613 hezar.

Ev pêketiyên nû yên vîrûsa Koronayê tenê yên 24 saetên dawî bûn.

Pêketiyên nû yên vîrûsê piştî derketina varîanta Omîcronê di asta rekorê de zêde bû.

Li gorî pisporên tenidûrsiyê 2 sedemên bingehîn ên peydabûna vê rewşê hene.

A yekê, xemsariya li hemberî wergirtina tedbîran.

Û ya dûyemîn jî mijara derzîkirinê ye.

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî: Zêdebûna pêketiyên nû yên vîrûsê di asta tsûnamî de ne

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî jî li hemberî rewşê di nava çend rojên dawî de her hişyariyan dide.

Sekreterê Giştî yê rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreyesus bi van gotinan zêdebûna pêketiyên dawî yên vîrûsê binav kir:

Varîantên Delta û Omicronê bûn yek. Vê bi xwe re rewşeke xeter derxist holê.

Asta vê xeteriyê jî mîna tsûnamî ye.

Ghebreyesus herdû varîant weke gefa ciwêyên bi xeter pênase kir û got:

Rewşa heyî zext û bandoreke xerab li ser xebatkarên tendirûstiyê dike. Êdî wisa lê hatiye ku pergalên tendirûstiyê ber bi hilweşînê ve diçin.

Sekreterê Rêxistina Tendirûsiyê ya Cîhanî careke din bêedaletiya di warê belavkirina derziyên li dijî vîrûsê bi bîr xist û wiha dewam kir:

Welatên dewlemend ketiye pey derdê lêdana derziya sêyemîn. Lê li welatên xizan hê jî gelek mirov derziya yekemîn liwe nedane.

Back to top button