​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan Fehed Heman di êrişeke şaneyan de li bajarokê Til Koçerê şehîd bû.

Navenda Çapemeniyê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

 Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Endamê hêzên me li Til Koçerê Fehed Hemad El-Mihemed di 1’ê Gulanê de di encama êrişeke şaneya terorîst de li ser rêya Siyasî ya Til Koçerê şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye;

Nav û paşnav: Fehed Hemad El-Mihemed

Navê dayikê: Şemse El-Sefok

Cih û dîroka tevlêbûnê: Til Koçer 02.02.2017

Cih û dîroka şehadetê: Til Koçer 01.05.2021

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Fehed re dixwazin û bejna xwe li hember kedên şehîdên ku canê xwe di oxira parastina xak û gelê xwe de daye, ditewînin.

Em soza xwe ji malbatên şehîdan re û gelê me bi hemû pêkhateyan nû dikin ku parastina wan bikin û rêça şehîdan heta pêkanîna armancên wan ên aştiyane bişopînin.”

Back to top button