Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê nayên rawestandin û duh berê balafirên xwe yên şer careke din da Başûrê Kurdistanê û gundên Amêdiyê bombebaran kirin.
Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker duh di saet 13:10’an de bejahiya navçeya Amêdiyê bombebaran kir.
Bejahiya gundê Guherzê ew jî di saet 13:16’an jî bû armanca êrîşên heman dagirkeran.
Her wiha helîkopterên Kombra yên artêşa dagirkeriya Tirkiyê derdora saet 17an, Girê Koordîne yê devera Bektoriya ya Herêma Heftanînê jî bombebaran kir.