NY: Cîhan, bi krîza herî zehmet re rû bi rû ye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku ji ber vîrûsa Corona, cîhan piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, bi krîza herî zehmet re rû bi rû ye.

Guterres der barê bandora vîrûsa Corona ya aborî û civakî, raporek weşand û diyar kir ku Corona gefê li tevahiya cîhanê dixwe.

Guterres destnîşan kir ku ev vîrûs wê ji yên berê zêdetir bibe sedema krîzeke aborî û got;

“Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, em bi krîza herî zehmet re rû bi rû ne.”

Her wiha da zanîn ku ger lîstikên siyasî li aliyekî bên hiştin, wê karibin bi piştgiriyê pêşî li vê vîrûsê bigirin.

Li gorî Guterres, NY ji bo welatên dahatiya wan kêm û navîn, fon veqetandiye.

Sekreterê Giştî yê NY’ diyar kir ku ew bi fikar in vîrûsa Corona bandorê li parzemîna Afrîkayê bike û bang li welatên G-20 kir ku ji bo welatên Afrîkayê bikevin nava hewldanan.

Back to top button