
2021’an ji bo Endonezya nebaş despêkir.
Di nava sê mehên despêka salê de ji welat bûyerên biêş kêm nebûye.
Li Rojhilatê Java bi pileya 6,7 erdhejek pêk hat.
Saziya Jeofizîk û Meteorolojî ya Avhewa ya Endonezya têkildarî erdhejê daxuyaniyek da.
Saziyê diyar kir ku li herêma rojavayê Rojhilatê Java ya Endonezya li gorî dema herêmê 14:00’an bi pileya 6,7 erdhejek pêkhat.
Erdhej bi korahiya 25 kîlometre li bin erdê pêk hat.
Navenda erdhejê jî Malgana ya 90 kîlometre dikeve başûr-rojavayê welat.
Piştî erdhejê ti hişyariyek ji bo tsunamî nehate kirin.
Heta niha têkildarî mirina kesekî agahî ne hatine parvekirin.