Marine Le Pen namzetiya xwe ya ji bo serokomariya 2022’an eşkere kir

Ji niha ve hilbijartina 2022’an a serokomariya Fransa ketiye rojevê.
Marîne Le Pen namzetiya xwe ya ji bo hilbijartina serokomariyê ragihand.

Seroka Partiya Eniya Neteweyî ya Rastgir a Fransayê Marîne Le Pen duh li bajarê Nanterreyê bi civîneke çapemeniyê daxuyanî da.

Marîne Le Pen namzetiya xwe ya hilbijartina 2022’an a serokomariya Fransa ragihand.

Le Pen diyar kir ku li gorî anketên destêpêkê, gelê Fransayê piştevaniyeke mezin ji bo wê dide.

Li gorî anketên dawî yên li welat, tê bawerkirin ku Le Pen di tûra duyemîn ya hilbijartina Serokomariyê de ji sedî 48 bidest bixîne.

Seroka Partiya Eniya Neteweyî a Fransayê Marîna Le Pen tevlî hilbijartina serokomariyê yên sala 2017’an bibû û li hemberî serokomarê niha yê Fransa Emmanuel Macron , ji sedî 33,9 deng bi dest xistbû.

 

Back to top button