Êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Êrişên dewleta Tirk li dijî bakur û rojhilatê sûriyê ranewestiyane. Dagirkeriya tirk bi topbarana ser cihên xizmetguzariyê sûcê şer dike. Di topbarana ser navçeya zirganê de, frineya ku 7 hezar mirov xwedî dikir bi temamî hat rûxandin û ji xizmetê derket.

Rojan e herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve rastî topbarana dijwar tê.

Îro car din gundên Zirgan, Efrîn û Kobanê hatin topbaran kirin.

Gundên Efrîn, Zirgan û Kobanê hatin topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.

Navçeya Zirganê û gundên wê jî bi awayekî domdar rastî êrişan tên.

Dewleta Tirk vê sibehê navenda navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran kir.

Duh bi şev jî gundên heman navçeyê bûn armanca êrişan.

Taybet gundê Rebîat, Til Werd û Xirbe Şeîr ..

Firina gundê Rabîat ê Zirganê hat bombebaran kirin

Wêneyên firnê di folderê kurdî navê hebûn de ye..

zirgan wene topbarana firne

Di vê êrişê de yekane firina nan a gundê Rabîat ê navçeyê bû armanc.

Ev firin, nan dida zêdetirî 30 gund û bajarokan.

Piştî topbarana dijwar, firine bi temamî hat rûxandin û ji xizmetê derket, niha jî 7 hezar mirov bê nan man e.

Firne a welatiyê bi navê Nûrî Nûrî ye, cara yekê jî 23’ê Mijdara borî hatibû topbaran kirin.

Tevî topbarana 3 salan a li ser nvaçeyê, xelkê nanê xwe ji vê firneyê dibir..

Tevî êrişa li ser vê firneyê, ji 19 mijdarê ve bi taybet, bê serûber binesazî û cihên xizmetê yên herêmê tên topbarankirin.

Lê belê hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng in.

Li ser gundên Kobanê jî êriş dewam bûn..

Gundê Zormixar, mezreyên Ehmed Mûnîr, Çîşan, Gultepe, Çarqilî, Koran, Xerbîsan û Qeremox bûn ermanca êrişan.

Back to top button