Dewleta Tirk herêmeke Silemaniyê bombebaran kir

Beriya çend kêliyan balafirên keşfê yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker, derdora gundê Gelale yê bi ser Silêmaniyê ve bombebaran kir.

Li gorî agahiyên hatine standin, îro carek din balafirên keşfê yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker, derdora gundê Gelale ya ser bi Silêmaniyê bombekirine.

Heya niha nayê zanîn di encama êrişê de ziyanek çêbûye yan na.

Li ser encamên êrîşê agahî bi dest neketin.

Rayedarên xwecihî jî hîn daxuyaniyek nedane.

Dewleta Tirk a dagirker bi taybetî ji Nîsana 2022’an û vir ve êrîşên giran li ser qadên sivîl ên Başûrê Kurdistanê dike.

Di êrîşan de heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan gund jî hatine valakirin.

Back to top button