Fermandarê CENTCOM Amerîkî li Îsraîlê ye

Ji bo tevgera Îranê ya li herêmê, fermandarê CENTCOM’a Amerîkî li Îsraîlê ye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz bang li hevkarê xwe yê Amerîkî Loyd Austin kir ku pêwîst e ew li dijî tevgera Îranî ya li Rojhilata Navîn tev bigerin.

Gantz teqez kir ku divê siyaseteke pratîk ji bo vê yekê were danîn.

Li gel vê jî, bi awayekî fermî Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Çekdar a Amerîkayê Kenneth McKenzie serdana Îsraîlê kiriye û wê 2 rojan li wir bimîne.

Li gorî agahiyan, wê dosyaya Îranê mijara sereke ya hevdîtinan be.

Back to top button