Gera 8. a Peyaman Nukleerî li Viyanayê despê dike

Gera heştemîn a dan û standinên nûkleerî îro li Viyanayê dê ji nûve dest pê dike. Tehran amadehiya xwe ji bo pêkanîna lihevkirinê dike.

Li gorî nûçeya Fars a Îranê, şandeya Îranê ya dan û standinan bi hemû hêza xwe ji bo erka xwe amade ye û ji bo berdewama danûstandinan wê li bajêr bimîne.

Ajansê agahiyên xwe spartên çavkaniyeke fermî û diyar kir ku Tehran amade ye ku danûstandinan bidomîne.

Tevî ku ger alîyên din amade bin ku li ser danûstandinên bingehîn bisekinin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku ji 6’ê Nîsanê ve piştî hatina rêveberiya Serokê DYA Joe Biden, gera danûstandinên peymana nukleerî ya Îranê despê kir.

Serokê berê yê DYA’yê Donald Trump Gulana 2018’an bi awayekî yekalî ji peymanê vekijiyabû.

Tehranê jî ev yek ji xwe re kiribû hincet û 2019’an de dest bi binpêkirina qedexeyên nukleerî kir.

Back to top button