
Di roja dawî ya Mihrîcana şanoyê ya bi navê “Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê ye” de şanoya “Pîne” hate pêşkêşkirin.
Şanoya Pîne ji aliyê Koma Şehbayê hate pêşandan.
Mîhrîcana Şano ya “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye” 7 rojan dewam kir, komên şano yên ji Kobanê, Reqa, Tebqa, Minbic, Heleb û Şehbayê berhemên xwe pêşkêş kirin.
Di van 7 rojan de di şanoyên ku hatine pêşkêşkirin de mijarên weke keysbazî, reva ji welat, noqbûna di nava deryayan de, zilma mêr a li ser jinan û lîstina desthilatdaran bi çarenûsa gel hate destgirtin.
Mihrîcana Şanoyan a “Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê ye” bi şanoya Pîne ve bidawî bû.
Di dawiyê de beşdaran şano nirxandin.
Sibe wê xelatên mîhrîcanê ji aliyê Desteya Çandê werin belavkirin.