Amerîka li Derya Sor li dijî Hûsiyan koalîsyonek ava kir

Amerîkayê ragihand ku li dijî êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor koalîsyonek ava kiriye.

Ev demeke li Derya Sor hûsiyên Yemenê ku piştgiriya xwe ji îranê digrin geştiyên hêzên navnetewî dikin armanc

Amerîka li dijî vê yekê ragihand ku li hemberî êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor koalîyonek bi navê ‘Însiyatîfa Ewlehiyê ya Pirnasnameyî’ ava kiriye.

Wezîrê parastinê yê DYA′yê Lloyd Austin bi daxuyaniyekê avakirina koalîsyonê ragihand û got:

“Welatên ku dixwazin rêgeza bingehîn a azadiya navîgasyonê xurttir bikin, divê li hember astengiya li pêşiya vê koalîsyonê derdikevin û hevgirtî bin.”

Austin daxuyand ku Brîtanya, Bahreyn, Kanada, Fransa, Îtalya, Holanda, Norwêc, Seyşel û Spanya cihê xwe di koalîsyonê de digirin.

Her wiha got dê dewriyeyên hevbeş li başûrê Deryaya Sor û Kendava Edenê pêk bînin.

Back to top button