Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya 121’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî li hola Zana ya bajarê Qamişlo pîrozbahî li dar xist û xelatên kedê ya Şehîd Mazlûm Bagok belav kirin.
Bi dehan rojnamevan di nav de yên biyanî û endamên ragihandina QSD’ê di şahiya belavkirina xelatan de amade bûn.
Di şahiyê de Hevserokê YRA’yê Sîpan Can xebatkarên çapemeniya Kurdî pîroz kir û got:
Di oxira derxistina rastiyê de rojnamegerên Kurd gelek berdelên mezin dan û hîn jî didin.
Çapemeniya Kurdî li ser asta Kurdistanê di nava têkoşîneke dijwar de dixebite.
Xelatên rojnemegeriyê ji aliyên dayik û bavê Şehîd Mazlûm Bagok ve hate belav kirin.
Rojnemevanên ku hêjayî xelatan hatin dîtin ev in;
Pêşkêşkirina raporê: Hoşeng Hesen
Xelata dîmen: Fîras Kêlanî û Cîhad Derwîş
Xelata wêne: Sozdar Oremar û Hebîb Zavê
Rapora Nivîskî: Hemze Hekmê û Idrîs Henan
Her wiha bawername ji nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê re hate dayîn.