RÊJÎMA IRANÊ DI SALEKÊ DE 68 KURD BI DARVE KIRINE Û 70 KOLBER KUŞTINE

Bi boneya Roja mafê mirovan a Cihanî Komeleya Mafê Mirovan ya li Rojhilatê Kurdistanê têkildarî binpêkirinên mafê mirovan li Iranê raporek belav kir.

Komeleyê di raporê de got:

Rêjîma Îranê di nava salekê de 68 kurd li rojhilatê kurdistanê bidarve kirin û nêzî 50 Kolber jî kuştine.

Rêjîma îranê bi girtin, darvekirin û gelek awayên din mafê siyasî û civakî yê gelê rojhilatê kurdistanê binpê dike.

Bi boneya Roja mafê mirovan ya Cihanî Komeleya Mafê Mirovan ya li Rojhilatê Kurdistanê jî têkildarî binpêkirinên mafê mirovan li Iranê raporek belav kir.

Komeleya Mafê Mirovan ya li Rojhilatê Kurdistanê di raporê de wiha got:

Mafê gelê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê her roj ji aliyê hikûmeta Îranê ve tê binpêkirin.

Rêjîma Îranê di nava salekê de 68 kurd li rojhilatê kurdistanê bidarve kirin.

Di nava kesên hatine bi darvekirin de 3 jin û zarokek jî heye

Her wiha zêdetirî 130 kolber hatin birîndarkirin û 700 kes jî hatine binçavkirin.

Her wiha zêdetirî 20 rojnameger jî hatine binçavkirin.

Ji ber zextên rejîma Îranê kolber di şertên pir zor de karê xwe dikin. \

35 kolber ji çiya ketin xwarê û jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha 15 kolber jî di encama teqînên mayînan de û gelek kes jî ji ber êrîşên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest dan.

Piraniya kesên ku di encama van êrîşane de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne xelkê bajarê Urmiye, Sine û Kirmanşanê ne.

Leave a Reply

Back to top button