Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Konferansa xwe a 2’emîn li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

Konferans bi diruşmeya “Şehîd pêşengên leheng in ku di oxira siberojeke ronî, edalet û wekheviyê ji bo gel û welatê xwe berdêlên giran dane” hat lidarxistin

350 delegeyên ji malbatên şehîdan û meclisên malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser û hin aliyê din beşdarî konferansê bûn.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa lidarxistina konferansê li malbatên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku ew bi armancên xwe ve girêdayî ne heta Sûriyeke nû ava bikin.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid anî ziman ku Malbatên şehîdan ji bo azadî û adaletê berdêlên giranbuha dane û ew bi saya ked û fedekariyên zarokên wan li vir in.

Piştre rêziknameya meclisê hat xwendin û êrêkirin.

Di dawiyê de, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hatin hilbijartin.

Back to top button