Li bajarê Qamişlo Xwendekarên perwerdeya dûrve sibê 6`ê Tîrmehê dê bikevin ezmûnên dawiya salê.
Li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bilî perwerdeya rû bi rû, perwerdeya dûrve jî heye.
Ev perwerde beşek xwendekaran bêyî ku biçin dibistanan li malê dixebitin û dikevin ezmûnan.
Ev jî di çarçoveya bernameya Desteya Perwerdeyê de tê kirin.
Li gorî daneyên Desteya Perwerdeyê, 863 xwendekarên polên 9 û 12’an sibê li 11 navendan dê bikevin ezmûnan.
Ji wan 131 xwendekarên pola 9`an ne, 732 xwendekar jî yên pola 12’an ne.
269 xwendekarên beşa zanistî, 463 xwendekarên beşa wêjeyî in.
Ezmûn dê 23’yê Tîrmehê bi dawî bibin. Li gorî encamên ezmûnan dibe ku mafê ezmûneke din bê dayîn.



