Bi boneya salvegera 3. a êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efîrnê, Rêveberiya Xweser a Efrînê, Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê; Partiya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê û Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyên cuda êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku Rûsya hevkarê dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê ye, hat gotin, erka rizgarkirina Efrînê li ser milê hemû welatiyên Sûrî ye.
Bi boneya salvegera 3’emîn a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê ku di 20`ê Çileya 2018’an de pêk hatin, gelek sazî û rêxistinan daxuyanî dan.
Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê û hevkariya Rûsiyayê şermezar kir.
Rêveberiya Efrînê anî ziman ku dewleta Tirk ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û guhartina demografiya Efrînê sûcên revandin û kuştina sivîlan pêk anî.
Rêveberiyê destnîşan kir ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, divê Rûsya herêmên hatine dagirkirin di serî de Efrîn vegerîne û yekser dest bi diyalogên sûrî-sûrî bike.
Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê piştrast kir ku bi bawerî û îradeya gelê Efrînê û bi saya saziyên Rêveberiya Xweser dê xaka Efrînê ji dagirkeran rizgar bibe.
Rêxistina Mafên Mirovan: Dagirkeriya Tirk qanûnên navnetewî binpê kirin
Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir.
Rêxistinê diyar kir ji bo guhartina demografî û çandî, dewleta Tirk bi êrîşên hovane sivîl, binesazî, xweza û dîroka Efrînê kirin armanc.
Hat destnîşan kirin ku bi kuştin û revandina sivîlan dewleta Tirk pîvanên mirovî yên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan binpê kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê kir ku komîteyeke şopandinê ava bike da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê belge bike.
Partiya Yekîtiya Lîberal: Rizgarkirina Efrînê erka hemû welatiyên Sûriyê ye
Partiya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî erka hemû welatiyên Sûriyê ye.
Yekitiya Lîberal tekez kir kir sûcên dewleat Tirk li gel bêdengiya civaka navneteweyî û rejîma Sûriyê pêk hatin.
Zanîngeha Rojava: Dagirker siyaseta tirkkirinê li Efrînê pêk tînin
Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava jî êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê, şermezar kir.
Hat gotin ku ji bo qirkirina nasname û çanda herêmê yê resen, dagirker siyaseta tirkkirinê li ser herêmê ferz dikin.