Li kampa Holê penabereke Iraqî kuştî hat dîtin

Li kampa Holê ku bi deh hezaran malbatên çeyên DAIŞ’ê lê dimînin xeterî roj bi roj zêde dibe. Penabereke Iraqî a din di kampê de kuştî hat dîtin.

Jina bi navê Cenan Hisên Minfî ku bi eslê xwe Iraqî ye di kampa Holê de kuştî hat dîtin.

Hat zanîn ku Cenan temenê xwe 23’ê salî ye û di nava kampê de konê xwe tune.

Kampa Holê xetertirîn kamp li cîhanê ye.

Malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên Sûrî, Iraqî û biyanî tê de dimînin.

Jinên DAIŞ’î di kampê bûyerên kuştinê pêk tînin û fikirê tundraw ê DAIŞ’ê belav dikin.

Back to top button