Berpirsa Kampa Holê ya Rêveberiya Xweser Hemrîn Hesen da zanîn ti şandeyên Iraqê serdana herêmê û kampê nekirine.
Dezgehên çepemeniyê yên herêmî û biyanî îdia kirin ku şandeyên Iraqê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, da ku komeke din ji penaberên xwe yên li kampan bigrin.
Parlamenterê Iraqê Şêrwan El-Doberdanî ji dezgehên çapemeniyê yên Iraqê re axivî û got:
Hikumeta Iraqê wê 800 malbatên din ji Kampa Holê derxe û bîne Kampa Ceda ya li Iraqê.
Têkildarî mijarê berpirsa Kampa Holê ya Rêveberiya Xweser Hemrîn Hesen axivî û got:
“Tu şandeyeke Iraqê nederbasî herêmê û ne jî derbasî kampê bûne.”
8`ê Çileya derbasbûyî, beşa dawî ya penaberên Iraqî ku ji 113 malbatan pêk dihat, ji kampê hatibûn derxistin û derbasî Iraqê hatibûn kirin.