Biden : Rewş ne di bin kontrolê de ye, ji Ukraine derkevin

Serokê Amerîkayê Joe Bide ragihand ku rewşa Ukraine êdî ne di bin kontrolê de ye. Û ji ber vê yekê bang li welatiyên xwe kir ku ji Ukraine derklevin. Serokwezîrê Îngilîstanê Borîs Johnson jî rewşa heyî li Ukraine weke ya herî xeter binav kir. Di vê navberê de ajansa peykên asmanî Maxar Technologies (Maksar Teknolojiyes) wêneyên hêzên Rûs ên li sînorê Ukraine bicih bûne belav kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevpeyvîneke taybet a li gel kanala NBC ragihand ku rewşa aloz a Ukraine bi awayekî lezgîn ji kontrolê derdikeve.

Li gorî Biden, eger hat ku Rûsya dest bi tevgera dagirkirinê kir, wê pir zor be ku operasyona xelaskirina kesên asê mayî pêk bînin.

Ji ber vê çendê, serokê Amerîkayê bang li welatiyên xwe kir da ku ji Ukraine derkevin û ev hişyarî kir:

Diyar e ku Rûsya xwedî yek ji artêşên herî bihêz e. Eger di navbera Amerîka û Rûsan de şer derkevem, wê bibe şereke cîhanî.

Rewşa li Ukraine, rojane û bi awayekî lezgîn tê guhertin. Êdî wê ji kontrolê derkeve.

Eger Pûtîn bê aqiliyê bike, divê bi ti awayî nefikire ku ew ê zerarê bide welatiyên Amerîkayê.

Li ser heman mijarê, berdevkê Pentagonê John Kirby jî gotibû, di rewşa şer de wê yekîneyên Amerîkay ên li Polonyayê beşdarî operasyona rizgarkirina welatiyan bibin.

Boris Johnson: Rewşa Ukraine di kêliyên herî xeter de ye

Di vê navberê de Îngilîstanê jî li hemberî êrişa Rûsyayê ya muhtemel, lez da tevgera xwe a leşkerî.

Bi vê armancê, piştî bicihkirina moşekên li dijî tankan, doh Londonê 350 leşkerên xwe şandina Polonyayê.

Piştî vê yekê, serokwezîrê welat Borîs Johnson li navenda NATO ya Brûkselê têkildarî rewşa Ukraine ev hişyarî da:

Demên pêş we Ewrûpa bi aloziyeke mezin a ewlekariyê re rû bi rû bimîne. Dibe ku rewşa heyî kêkiliyên herî xeter be û lazime em xwe ji her alî ve amade bikin.

Maxar technologies wêneyê hêzên Rûs li ser sînorê Ukraine belav kirin

Li aliyê din doh ajansa peykên asmanî Maxar Technologies (Maksar Teknolojiyes) wêneyên dawî yên hêzên Rûsya ku li ser sînorê Ukraine bicih bûne, belav kir.

Ji wêneyan diyar dibe ku Mosko baregehên mezin ên leşkerî li herêma Kirimê avakirine.

Her wiha beşeke ji leşker û tenkîna şer a giran jî li Belarûsê bicih kirine.

Tevî vê yekê kî hê Rûsya îdîa dike ku ti plana wê ya dagirkirina Ukraine tine ye.

Back to top button