Tevgera Jinên Azad bernameya 8’ê Adarê eşkere kir

Tevgera Jinên Azad a li Bakurê Kurdistanê bernameya 8’ê Adarê li Amedê eşkere kir. TJA’yê diyar kir di çareserkirina bi rêbazên demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de muxatab bi Rêber Apo ye û divê di zûtirîn dem de pê re danûstandin bê kirin.

Tevgera Jinên Azad TJA, li navçeya Sura Amedê bernameya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” eşkere kir.

TJA bernameya 8’ê Adarê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

Di daxuyaniyê de Berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy û endam û rêveberên Komeleya Jinê ya Rosa amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi hêza wateya hebûna jinê, bi keda xwe û nirxên dîrokî yên ku jinê afirandine careke din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi ruhê berxwedanê pêşwazî dikin.

Di berdwamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Em careke din diyar dikin ku em ê 8’ê Adarê ku yek ji qadên me yên têkoşînê ya li hember zîhniyeta dewletparêz di her qada jiyanê de pêşwazî bikin.”

Sala 2021’an ku têkoşîna azadiya jinê, bû jêderka tirsê ya mîhraqên desthilatiyê bûye saleke ku polîtîkayên qirkirina jinan gihiştiye asta hovîtiyê.

Pergala serdest bi pêkanîna qirkirina jinê, bi hemû polîtîkayên xwe yên qirêj dixwaze rastiya tevna civakî jî parçe bike.

TJA’ê balkişand ser qedexekirina zimanê Kurdî û diyar kir ku bi qirkirina çanda Kurd, bi polîtîkayên netew-dewletê tê bişaftin û tune tê hesibandin.

Tevgera Jinên Azad : Ne qanûnên serdestiya mêr, peymana civakî ya jinan bingeh e

TJA’yê da zanîn ku jin bi rêxistinkirina li ser xeta azadiya jinê, têkoşîna xwe ya li hember faşîzmê mezin dikin û wiha anî ziman:

“Emê bi têkoşîn, rêxistinkirin, bawerî û biryardariya xwe dawî li desthilatdariyê AKP-MHP’ê binin.

Li hember polîtîkayên zayendî û zagonên ku mêran bi navê jinan pêk anîne, îdîaya avakirina jiyanê ya bi îrade û biryarên xwe, îfadeyeke ruhê 8’ê Adarê ye.

Soza me ew e ku di sedsala 21’an dibe sedsala jinan de em dê hevdîtinên xwe zêdetir bikin.

Em bang li hemû jinan dikin ku 8’ê Adarê bi coş pêşwazî bikin û dakevin qadan.

Bernameya TJA’yê ya 8’ê Adarê wiha ye:

Di 25’ê Sibatê de li Navçeya Kerboranê ya li bajarê Mêrdînê dê Starta me ya 8ê Adarê ya Navendî were li dar xistin.

Di serî de Amedê, Êlih, li Navçeya Silopya ya Şirnexê, Wan û Dêrsimê Mitîng werin li dar xistin.

Back to top button