Li Swêdê KNK’ê nameyek radestî Wezareta Derve ya Swêdê kir

Şandeya KNK’ê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li pêşiya Wezareta Derve ya Swêdê çalakiyek pêk anî.

Şandeya ku ji endamên Komisyona Jinan a KNK û hin endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan -NCDK-Swêd pêk dihat, têkildarî çalakiyan xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku divê her kes xwedî helwest be û xwedî li berxwedana gerîla derkeve, her wiha dengê xwe li hember êrîşên Tirkiye bilindtir bike.

Şandeya KNK’ê dawiyê nameyek radestî wezerata derve ya swêdê kir, bang li hikûmeta Swêd kir ku li hember êrîşên dagirkeran xwedî helwest be û dawî li bêndegiya xwe bîne.

Back to top button