Di roja pênçan a Mîhrîcana Lêlûn de 14 film hatin pêşandan

Di roja 5’an a Mîhrîcana Lêlûn a Sînema ya Navneteweyî de, 14 fîlmên din hatin pêşandan.
Mijara van filman jî li ser pirsgirêka jinê li Rojhilata Navîn, wijdan û nêzîkatiyên mirovan bûn.

Festîvala Lêlûn a Sînemeya ya Navnetewî di roja xwe ya 6’an de li kampên Şehbayê didome.

Duh di roja 5. de 14 fîlmên din bi mijarên pirsgirêka jinê li Rojhilata Navîn, wijdan û nêzîkatiyên mirovan hatin pêşandan.

Fîlmên ku li kampa Berxwedan hatin pêşandan wiha ne:

Filmê The long nigt of imagination, ango şeva xeyalên dirêj a derhêner صموئيل سباستيان Samuel Se ji Isbaniya beşdar bûye, dema wê 1 deqe û 27 sanî ye.

Filmê Above the knee, ango jora çogê a derhêner Lebîb Îzet e, ji Misirê beşdarbûye, û dema wê 8 deqe û 8 sanî ye.

Filmê A.D.A.M, a derhêr Pablo Rolddat بابلو رولدات, ji Tişêlî beşdarbûye û, dema wê 17 deqe ye.

Filmê Spining top, xuştirîn gotin, a derhêner Mihemed Cûrî ji Iraqê beşdarbûye û dema wê 12 deqe û 41 sanî ye.

Filmê Huşu, ango tirs a derhêner Nûrsel Dogan e û ji Tirkiyê beşdarbûye, dema wê 14 deqe û 48 sanî ye.

Fîlmên li kampa Serdemê hatin pêşandan jî ev in:

Filmê Finding bees, ango lêgerîn li mêşa higiv a derhêner Milan Jorkervic e û ji Hungarya beşdarbûye, dema wê 25 deqe ye.

Filmê Toujane, a derhêner Xemîs Hemîd e û ji Tunisê beşdarbûye, dema wê jî 29 deqe û 43 sanî ye.

Filmê Hndshake, silav a derhêner Katrina Sigala e û ji Yewnanistanê beşdarbûye, dema wê 3 deqe û 17 sanî ye.

Filmê Song sparrow, ango strana çûk a derhêner Farzana Umaid Karina, ji Danîmarkê beşdarbûye û dema wê 11 deqe û 43 sanî ye.

Filmê The eyes the artist, çavê hunermend a derhêner Khristian Kuskovsky ji Malta beşdarbûye û dema wê 11 deqe û 34 sanî ye.

Filmê Mime your manners, a derhêner كيت دافورفيتش û ji Amerîka beşdarbûye, dema wê 3 deqe û 20 sanî ye.

Her wiha Filmê The same story, heman Çîrok a derhêner Evan Molina ji Spanya ye û dema wê 30 sanî ye.

Festîval 21’ê Îlonê bi dirûşma “Tek gul gulîstanekê çênake ” dest pê kir û wê 27’ê mehê bi dawî bibe.

Back to top button