NPG, YPG û Rêveberiya Xweser bersiv dan dagirkeriya Tirkiyê û gotin.
Em êrişî sivîlan nakin, tu têkliya me bi teqîna Stenbolê re tune ye.
Ev der kolana Istîklal a Stenbola Tirkiyê ye.
Li vir teqînkê rû da û tê de 6 sivîl mirin û 53 jî birîndar bûn.
Weke ku tawanbarî hazir be, Wezîrê Karê Hindir ê Tirkiyê Silêman Soylo yekser qala PKK û YPG’ê kir.
Rayedarên dewleta Tirk di vî warî de senaryoyek saz kir û dîsa Rojavayê Kurdistanê weke hedef nîşan da.
Lê belê bersiv ji bo van idîa û tawanbariyan hat dayîn..
NPG: Têkliya me bi êrişê re tune ye
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel yekser ev tawanbarî red kir û eşkere kir ku ti têkliya wan bi teqînê re tune ye û qebûl nakin êriş li dijî sivîlan pêk were.
NPG’ê teqîn weke destpêka planeke tarî ya rejîma AKP-MHP’ê bi nav kir û eşkere kir ku ev kiryar li dijî têkoşîna wan a rewa ye.
YPG: Têkliya bi teqînê re tune ye, em êrişî sivîlan nakin
Di heman çarçoveyê de jî, Yekîneyên Parastin Gel jî bersiv da û êrişên li dijî sivîlan şermezar kir.
YPG’ê eşkere kir ku ti pweyendiya wan bi teqîna Stenbolê re tune ye û ragihand ku têkoşîna wan tim li dijî dektatorî û terorê ye.
Mezlûm Ebdî: Em tawanbariyên li ser hêzên xwe qebûl nakin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî tawanbariyên desthilata Tirkiyê red kir û sersaxî ji malbatên qurbanan û dermankirina lezgîn ji birîndaran re xwest.
Rêveberiya Xweser: Tirkiyê dixwaze êrişî herêmên me bike
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî têkildarî teqîna Stenbolê daxuyanî da û ev teqîn weke senaryoyeke dewleta Tirk bi nav kir.
Daîreya têkliyên derve eşkere kir ku Tirkiyê dixwaz bihaneyeke êrişê li dijî herêma wan Bakur û Rojhilatê Sûrî bi dest bixe û êriş bike.
Her wekî piştrast kir ku Jina bi navê Ehlam Beşîr di qeydên wan ên fermî de tune ye.