Dixwazin teqîna Taksîmê têxin stûyê parêzer jina Kurd Jîyan Tosûn

Parêzer Jiyan Tosûn û Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn ku piştî teqîna li Taksîmê hedef hatin nîşandan û rastî gefan hatin, li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Jiyan Tosûn û Eren Keskîn diyarkirin ku ev operasyoneke dewletê ye, ger tiştke were serê wan berpirs Silêyman soylu û dozgeriya tirkiyê ye.

Li dijî kurda planeke qirêj di meryetê de ye

Piştî teqîna li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Adem Taşkaya, têkildarî teqînê parêzer Jiyan Tosûn a endama ÎHD’ê hedef nîşan da.

Piştî vê hedefnîşandanê, Gefa kuştinê lê hat xwarin.

Têkildarî mijarê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê têkildarî hedefnîşandana Hevseroka wan Giştî Eren Keskîn û endama wan Jiyan Tosûn daxuyaniyek dan.

Jiyan Tosun a ku hedef hat girtin diyar kir ku dema ku teqîn pêk hatiye ew ne li Taksîmê bûye.

Jiyan Tosûn: Dozger gilîkirinê negirt

Tosun diyar kir ku ji ber wê tawanbariyê min yekser serdana dozgerê stenbolê kir û got.

Min xwest giliyê kesê min hedef nîşanda bikim. Lê dozger, gilîkirina min negirt ji mon re got biçe. Gilîkirina parêzerek jî nehat girtin.

Jiyan Tosun dazanîn ku ew ji teqîna Enqereyê ya 2015 birîndarî filîtiye. Dewlet bi xwe vê dizane, ewê çawa tiştek wisa bike.

Parêzera Jiyan Tosûn: Emniyetê agahî belav kirin

Parêzera Jiyan Tosûn, Jiyan Kaya jî axivî û da zanîn agahiyên şexsî yên aydî Jiyan ji aliyê polîsan ve li ser hesabên medyaya dîjîtal hatine belavkirin û got:

“Taşkaya jî destnîşan kir ku berê jî agahî ji hesabên telegramê yên polîsan girtiye. Em difikirin ku ev rewş ji aliyê polîsan ve hatiye destpêkirin.”

Kaya bang li dozger kir ku bi erka xwe rabe. Heke tiştek were serê Tosûn polîs û dozgerên ku îfadeya me negirtin berpirsyar in.

Her wiha Jiyan Kaya diyar kir ku ewlehiya canê muwekîla wê di xeteriyê de ye û ji bo ev rewş ji holê rabe divê walîtî daxuyaniyekê bide.

Eren Keskîn: Ev operasyonek dewletê ye

Keskîn anî ziman ku diyar kir ku gelek kes ji ber parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hatine girtin, lê tiştek bi Adem Taşkaya Cîgirê Partiya Zaferê ku partiyeke nîjadpereste nehat û got:

“Ev operasyona dewletê ye. Hemû agahiyên nasnameya Tosun gelek caran ji min re hatin şandin. Gelo dikarin van belgeyan ji ku derê bigirin? Ev operasyonek emniyetê ye.Divê Walî û Soylu demildest daxuyanî bidin

Back to top button