Dewleta Tirk îro jî berê topên xwe da herêmê ..
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navend û du gundên navçeya Zirganê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên vê sibehê êrişî Navçeya Zirgan kir ..
Navenda navçeyê û gundên Rebîat ê rojhilatê navendê û Um Hermela yê dikeve bakurê navenda navçeyê bûn hedefa êrişan.
Agahiyên têkildarî encamên topbaran nehatin bidestxistin.
Duh jî Navçeya Zirgan û gundên Şêrawa rastî êrişan hat .