Nivîsgeha Dayîna Pereyan a Navendî ya Rêveberiya Xweser 8 navend ji bo dayîna pereyên cotkaran vekirin.
Dayîna pereyan dê çend rojên bê dest pê bike.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha zêdetirî 400 hezar ton genim ji cotkaran wergirtiye.
Nivîsgehê ji bo radestkirina fatoreyên genim ên cotkaran li Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê û Dêrazorê 8 navend vekirine.
Têkildarî mijarê, endamê Beşa Hesaban a Nivîsgeha Dayîna Pereyan a Navendî Macid El Elî wiha got:
“Destpêkê dê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê lîsteya navên cotkaran, navendên radestkirina genim, miqdar û cureyên wê û daneyên din ên berhemên wan radest bike.
Desteya Darayî dê lîsteyên ku Şîrketê ji wan re şandine lêkolîn bike û piştre dê ji Nivîsgeha Dayîna Pereyan a Navendî re bişîne.
Nivîsgeh dê lîsteyan li şaxên xwe belav bike da ku fatoreyan radestî cotkaran bike.”
Pereyên cotkaran dê bi dolar werin dayîn û eger kêmî 100 dolarî be dê bi lîreyên Sûriyeyê were temamkirin.