Li Mexmûrê çalakiya ji bo şikandina tecrîdê di roja 13. de dewam dike

Çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîdê ya li dijî Rêber Apo a li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di roja xwe ya 13’an de bi biryardarî dewam dike.

Piştî nimêja Înê mela û oldarên wargehê nobet dewirgirtin.

Li ser navê oldaran Mela Elî Spêrtî axivî û balkişand ser tecrîda giran ya li dijî Rêber Ocalan û got: “Rêber Apo Îbrahîmê hemdem, li pey heqîqet û Nemrûdên hemdem ketiye.

Çawan xwestin Îbrahîm di nava agir de şewtînin niha jî dixwazin Rêber Apo bi tecrîdê bi şewitînin.

Çawan wê demê Nemrûd negiha armanca xwe wê niha jî Nemrûdên vê serdemê jî negihin aramanca xwe.

Dagirker ji fikir û nêrînên Rêbertî ya ku dîtinên hemû pêxemeran di nava xwede di hewîne, tirsan û ew mehkumî dojeha Îmralî dikin.

Em bang li Erdogan dikin yê ku xwe wek xelifeyên Îslamê didi naskirin ku were li ser daraza Qûrana pîroz.

Back to top button