TEVGERA AZADÎ: BI YEKÎTIYÊ EM Ê DAWÎ LI KOMKUJIYAN BÎNIN

31. SALVEGERA KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ
HIKUMETA HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI DAXUYANIYEKÊ BI BÎR ANÎ

Îro 31. salvegera Komkujiya Helebçeyê ye.
Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebce li kurdistanê merasên têne lidarxistin.
Bi rasthatina rojê re hikumeta herêma başûrê Kuridstan û Tevgera Azadiya Civaka Kuridstanê du daxuyaniyên cuda dan.
Di daxuyaniyan de hate gotin,
Ji bo Helebce hîna xizmet û karek mezin maye.

Hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê bi rast hatina 31’emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaia Hikumeta herêma Kurdistanê wiha hat gotin;

“Îro 31 sal bi ser karesata kîmyabarana Helebceyê a bi destê rejîma berê ya Iraqê re derbaz dibe.

Ev yek bû sedemê şehîdbûna 5 hezaran welatiyan û hezaran birîndaran.

Heya niha jî gelek ji wan birîndaran bandorek xirap li ser mane û bi wê birînê dinalin.

Bîranîna vê rojê ji bilî rêzgirtina qurbaniyên gelê meye.

Hikumetê îdia kir ku wan gelek girîngî dane jiyan, xizmeta birîndaran, kes û karên qurbaniyên çekên kîmyawî.

Çawa Helebceya şehîd sembola azar û qurbaniya gelê me ye, bi heman awayî sembola berxwedêr û zindîbûna meye.

TEVGERA AZADÎ: BI YEKÎTIYÊ EM Ê DAWÎ LI KOMKUJIYAN BÎNIN

Bi heman armancê Tevgera Azadiya Civaka Kuridstanê bi boneya rojê daxuyaniyek nivîskî weşand

Tevgera Azadiyê jî got;

Ev komkujî ji Dersimê, Şengal, Koban û Efrînê heya roja me îro dewam dikin.

Çavê dagirkeran her tim li jiyana hevbeş a ciwan û dewlemendiya xakê ye.

Niha jî dewleta dagirker a Tirk bi alîkariya çeteyan komplo û komkujiyê bi taybet li ser Rojavayê Kurdsitanê pêktênin.

Êdî dema wê hatiye ku ev birîn werin pêçan û komkujî bên bi dawî kirin.

Ev jî tenê bi ronî kirina yekitiya netewiya demokratîka gelê Kurd mîsogere.

Tevgera Azadiya Civaka Kuridstanê di daxuyaniya xwe de ev bang kir;

Werin em hemû li Helebceya şehîdan û newroza Qendîlê banga yekitiya netewî bikin.

Bi vê re em şehîdên xwe aram û gelê xwe jî serbilind û serfiraz bikin.

Leave a Reply

Back to top button