Li bajarê Hesekê Mihrecana Werzîşê ya ciwanan pêk hat

Îro li bajarê Hesekê Mîhrîcana werzîşê ya Şehîd Baran Mawa hat lidarxistin

Mîhrîcan li stada Cizîrê ya li taxa Til Hecir ya bajarê Hesekê hat li darxistin.

Di mihrecanê de hevserokatiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê, endamên Dibistana Pilingên Taykwondo û malbatên wan amade bûn.

Armanc ji mihrecana werzîşê ewe ku ciwanan teşwîqî tevahî cureyên werzîşê bikin.

Li ser vê yekê Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê Xelat Şêxmûs axivî û wiha got:

“Ev sala yekemîn e mîhrîcan li herêma Cizîrê li dar dikeve, ji Qamişloyê dest pê kir û dê li Hesekê bi dawî bibe.”

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Rêveber a Dibistana Pilingên Taykwondo Ebdulezîz Abî wiha got:

“6 tîm ji Dibistana Pilingên Taykwondo beşdarî mîhrîcanê bûn, bi wê re 2 tîmên herî baş ên keç û xortan hatin xelatkirin.”

Back to top button