Mike Pompeo: Em ê bi Iraqê re, li ser cihê guncaw bo hêzên me bixebitin

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Amerîka wê li gel rayedarên Iraqê, ji bo diyarkirina cihê herî guncaw yê belavbûna hêzên Amerîkî li Iraqê, bixebite.

Pompeo di hevdîtinekê li peymangeha Lofer a كاليفورنيا kalîforniyayê de axivî û got, “Di dawîyê de ji bo bicîhkirina hêzên me yên li Iraqê û rêgirtina li ber vegera DAIŞ’ê em ê bigihêjin çareseriyekê.”

Wezîrê derve yê Amerîkayê îdîa kir ku berovajî axaftinên wan ên eşkere, tevahiya rayedarên Iraqê di pêwendiyên taybet de ji wî re tekez kirine ku ew dixwazin hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin.

Ji aliyê din ve Wezîrê derve yê Almanyayê Hayko Mas destnîşan kir, dibe ku vekişandina Hêzên Koalîsyana Navdewletî yê ji Iraqê rê li ber çalakî û êrîşên DAIŞ’ê veke û got, “Li ser vê yekê divê em bi hikumeta Iraqê re danûstandinan bikin.

Leave a Reply

Back to top button