HPG: Gerîlayan li herêma Zapê derb li artêşa Tirk a dagirker dan

Dewleta Tirk dagirker ku bê navber êrişê dibe ser başûrê Kurdistanê ji ber çalakiyên gerîlayan rojane windahiyan dide.
Li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê di navber gerîlayên azadiyê û artêşa Tirk de şerekî giran diqewime.
Gerîlayan li herêma Zapê bi çekên giran li leşkerên Tirk yên dagirker xistin.

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê 5 meh li pey xwe hiştin.

Gerîlayên azadiyê jî her roj bi çalakiyan bersiva êrişan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişan û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ev agahî parve kir;

“25’ê Îlonê hêzên me li herêma Xakurkê dest danîn li ser cîhaza wênekişandinê ya ku artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Şehîd Kamûran bi cih kiribû.

26’ê Îlonê li dijî dagirkerên li Kela Bêdewê ya li herêma Zapê, bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de hêzên me bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin, xistine.

Heman rojê danê êvarê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

Piştî vê bombebaranê dagirkeran hewl dan bi pêş ve biçin û di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî. Li pêşberî berxwedana hêzên me, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 25’ê Îlonê balafirên şer yên dewleta Tirk qada Basya ya herêma Avaşînê bombebarankirin.

HPG’ê da zanîn 26’ê Îlonê jî Droneyên hêzên PDK’ê li qada Sinînê ya herêma Xakurkê geriyan û ev qad piştre ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve 3 caran hate bombebarankirin.

Back to top button