Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo di derbarê pêşengiya jin ji şoreşê re û hedefgirtina wan ji aliyê dagirkeran ve axivî û got: “Jin çiqas xwe bipêşxin, wê êrişên li ser destkeftiyên jinan û şoreşê zêdetir bibin.
Lê em ê bi yekgirtina jinan dawî li dagirkeriyê bînin, cîhanek demokratîk û wekhev ji bo herkesê ava bibe.”
Dewletên dagirker li her derê jinên şoreşger û pêşeng dikin hedef û wan şehîd dixin.
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo têkildarî armanc û xebatên Kongra Star,sedemên hedefgirtina jinên pêşeng ya ji aliyê dewleta Tirk ve, ji Rojnews re axivî.