PDK nahêle kes û nexweş ji Rojava derbasî başûrê Kurdistanê bibin

Desteya Hundirîn a herêma Firatê eşkere kir ku rêveberiya dergehê Pêşxabûr a PDK’ê nahêle kesek an nexweş jî derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Gerînendeya Nivîsgeha Vîzeyê a Desteya Hundirîn a herêma Firatê Lava Hemê ji ANHA yê re têkildarî redkirina daxwaznameyên vîzeyê axivî.

Lava Hemê got: “Rêveberiya dergehê Pêşxabûrê, daxwaznameyan ji wan re dişînin, agahî û jmara telefonên kesên ku dixwazin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin berhev dikin

Lê piştî ku welatî dighêjin ber derî, bi hinceta ew bi Rêveberiya Xweser re dixebitin nahêle derbas bibin.”

Lava got: “Welatî rojane serî li desteyê didin ku derbas bibin. Lê pirsgirêk ne li cem me ye, PDK`ê rê nade.”

Lava Hemê diyar kir ku dergehê Pêşxabûr destûrê nade kesên nexweş jî ku derbasî başûr bibin.

Di 5 mehan de zêdetirî 600 daxwazname ji herêma Firatê hatin dayîn û hemû jî, ji aliyê dergehê Pêşxabûr ve hatine redkirin.

Back to top button