Rêveberiya Xweser : Wergirtina berhema pembo rawestand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtina berhema pembo li hemû navendên wergirtinê rawestand û miqdara wê ewşkere kir.

25’ê Îlonê Rêveberiya Xweser pembo ji cotkaran wergirt û 5 navendên wergirtinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî vekirin.

12’ê Kanûnê Rêveberiya Xweser wergirtina pembo, rawestand.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo diyar kir ku îsal ji cotkarên li herêmê bi qasî 43 hezar 800 ton pembû hate wergirtin.

Rêvebeiya Xweser îsal bihayê kîloyê pembû weke 330 lîreyên Sûriyê diyar kir.

Li gorî vê yekê wergirtin bi kêmanî wê bi 320 lîreyên Sûriyê be.

Miqdarên berhema pembû li Serêkaniyê 3 hezar ton bûn, lê belê çeteyên artêşa Tirk a dagirker piştî dagirkirina bajêr hemû berhemên pembû desteser kirin.

Leave a Reply

Back to top button