Di şewata kampa koçberên Êzîdî ya li Erbet de zarokek jiyana xwe ji dest da HATE NÛKIRIN

Li kampa koçberên Êzîdî ya li bajaroka Erbet ya bi ser Silêmaniyê ve şewat derket. Di encama de zarokek jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî şewatê Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Silêmaniyê Rêkan Cemal, daxuyanî da û diyarkir ji ber şewatê zarokek 8 salî jiyana xwe ji dest da.

Gelek konên koçberan ji ber agir şewîtîn.

Bi rêya dîmenê kesekî ji wargehê tê xuyakirin ku şewat di navenda kampê de çêbûye.

Piştî destwerdana tîmên agirkujê şewat hat kontrolkirin.

Hate ragihandin ku şewat ji ber kontaka kehrebê çêbûye.

Weke tê zanîn di vê kampa aştî ya Erbet de 3 hezar malbat hene, di nav şertên zehmet de di 1400 konî de jiyan dikin. Hemû jî koçberên parêzgeha Selhedîn û Nînova ne.

Beriya niha û di meha Hezîranê de li Kampa Şerya ya Dihokê ku koçberên Şengalê lê dimînin, şewat derketibû û kamp hemû şewitîbû.

Back to top button