Ebdurehman Dawê; ku endamê komîteya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, eşkere kir “wê di mufadeleya duyemîn de nêzî 2 hezar xwendekar derbasî zanîngehan bibin.”
Tevî qebûlkirina van xwendekaran, Ebdurehman Dawê ragihand “Hejmara xwendekarên ku navên wan di mufadeleya duyemîn de bi cih nebûn derdora 400-500 ye.”
Dawê destnîşan jî kir ku komîteya her sê zanîngehan, pîvanên xwe li gorî berjewendiyên xwendekaran danîne û piştrast kir “ew dixwazin xwendekar li gorî asta xwe derbasî beşên zanîngehan bibin.”
Ebdurehman Dawê da zanîn ku di her salê de li gorî derfetan zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşên nû vedikin.