Amerîkayê li ser êrîşa li dijî endamên Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da

Koordinatorê Ragihandina Stratejik Ya Konseya Ewlekariyê Ya Qesra Spi John Kirby li ser êrîşa duh ya li dijî endamên Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da çapemeniyê.

John Kirby li ser pirsa rojnamevanan agahiya we li ser êrîşa bi dronan hebû an na? bersiv da û got:

Li ser vê pirsa we ez nikarim agahiyek zelal bêjim.

Kirby bi bîr xist divê Tirkiye fêm bike ku em çima li Sûrî û bi kî re kar dikin û wiha axivî:

Gefên DAIŞ’ê li Sûrî û Iraq dewam dikin.

Li dijî şerê DAIŞ’ê de wê hevkariya me bi Hêzên Sûriya Demokratik re dewam bike.”

Hêjayê gotinê ye ku bê destura Washingtonê Tirkiye nikare êrîşên xwe yên esmanî di qada Bakur û Rojhilatê Sûrî de pêkbîne.

Artêşa dagirker gundê Til Şeîr yê Tirbespiyê erebeyek kir armanc

Back to top button