Li Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya li herêma Şehbayê ezmûnên dawiya salê dest pê kirin.
Ezmûn îro 21 Hezîranê, dest pêkirin.
135 xwendekarên beşan ji bo derçûna sala 2022-2023’an hewl bidin.
Ezmûn wê heta 8’ê tîrmehê dom bikin.
Her wiha 100 xwendekarên pola yekemîn û 35 xwendekarên pola duyemîn tevlî ezmûnan dibin.
Li gorî rêziknameya peymangehê, ji bo xwendekarên ku di ezmûnan de ser-nekiten an jî çend dersên wan mane, wê mafê ezmûnek din were dayîn.