Talana çeteyên dewleta Tirk heta Mirîşk û Çelekan her tiştî didizin

Hîna dîmenê dizî û talaniya li Efrînê ji bîra me neçûye, çeteyên dewleta Tirk a dagirker dîsa dest bi talanê kirin.
Ji dîmen û wêneyên ku derketine eşkere dibe ku, çete dikanan vedikin û her tiştê tê de didizin.

Ev dîmenê ku nû ji Serê Kaniyê gihaştiye destê me. Di dîmenan de eşkere dibe ku, hemû dikan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine talankirin.

Her weha li deverên din jî çete derbasî dikanan dibin û malên xelkê talan dikin.

Ji xwe di ber kîjan dikanê re derbas dibin, li ser deriyê wê gotina “desteserkirî” ye dinîvisin.

Ev wêneyê diziya çêlekê jî, li Girê Spî hatiye kişandin.

Bi vî awayî çeteyên dewleta Tirk dixwazin senaryoya talan û diziyê ya Efrînê dubare bikin.

Leave a Reply

Back to top button