Karwanên sivîlan xwe gîhandin nexweşxaneya Serê Kaniyê

Ev bi rojane li Serê Kaniyê sivîlên birîndar di bin dorpêça êrîşan de bûn û tevî hemû hewldan û bangan korîdora însanî nehatibû vekirin. Piştî van hewldanan îro tevî xeteriyên êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ambulansên Heyva Sor a Kurd, Xaça Sor û karwana sivîlan gihiştin nexweşxaneyên bajarê Serêkaniyê.30 birîndarên sivîl û şehîdên li nexweşxaneyê hatin derxistin, lê belê hîn jî hêjmareke zêde yê birîndaran maye.

Ev 11 roje dewleta Tirk a dagirker bi tang top û balafirên şer Serê Kaniyê bombebaran dike.

Gelek sivîlên ku di van êrîşên dijwar de birîndar bûn, ji ber dorpêça dagirkeran li nexweşxaneya Serê Kaniyê asê man.

13’ê Cotmehê ji bo birîndaran ji dorpêçê xilas bikin karwanek ji sivîlan ji Herêma Cizîrê ber bi Serê Kaniyê ve çûbû, lê rastî komkujî û êrîşên dewleta Tirk hatibû.

Tevî vê yekê gel paş de gav neavêt û hewldanên xwe dewam kir.

Karwana gel a ji Herêma Cizîrê ji bo sivîlên birîndar yên di nexweşxaneya Serê Kaniyê de dorpêçêde mabûn rizgar bikin, dîsa berê xwe dan bajêr.

Di encama berxwedana gel de Heyva Sor a Kurd û Xaça Sor xwe gihand nexweşxaneya Serêkaniyê û 4 şehîd û 30 birîndarên li nexweşxaneya li Serê Kaniyê asê mabûn derxistin.

Lê belê hat diyarkirin ku nikaribûn hemû sivîlên birîndar bînin û hîn jî li nexweşxaneyê hêjmareke zêde yê birîndaran maye.

Beşek ji birîndarên ku ji hêla Heyva Sor a Kurd û Xaça Sor ve ji nexweşxaneya Serê Kakniyê hatine derxistin gihaştin nexweşxaneyên bajarê Qamişlo.

Yek ji şervanên QSD’ê ku li nexweşxaneyê parastina birîndaran dikir û axivî û diyar kir ku ew ê berxwedanê xurt bikin.

Leave a Reply

Back to top button