YPJ: jiyana şervana me Çîçek Kobanê di xeteriyê de ye

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê derbarê dîlgirtina şervana wan Çîçek Kobanê a ji aliyê çeteyên girêdayî artêşa Tirk ve daxuyaniyek da . YPJ’ê diyar kir ku ev êrîşa hovane û sûcê şer ya li dijî şervana YPJ a parêzvana welatê xwe, li ser hemû jina ye. Fermandariya YPJ’ê dest nîşan kir ku jiyana şervana wan Çîçek Kobanê di xetereyê de ye û bang li hemû jinên cîhanê kir ku bê deng nemînin û rabin ser piyan. 

Roja 21’ê Cotmehê li herêma Girê Spî; li derdora gundê Mişrafa, di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê dîl hate girtin.

Koma çeteyan a bi navê Feyleq El Mecid a girêdayî Nûreddîn Zengî ku ji Idlibê hatine, dîmenên revandina şervana YPJ’ê parve kirin.

Bi dehan çeteyên mîna gurên har li dora şervana YPJ’ê kombûne, dibêjin ew ê serê wê jê bikin..

Fermandariya giştî ya YPJ’ê derbarê dîlgirtina şervana YPJ Çîçek Kobanê de daxuyaniyek da.

Fermandariya YPJ’ê diyar kir ku êvara 21’ê Cotmehê dema çeteyên Tirkiyê agirbest binpêkirin û êrîş kirin, şervana YPJ Çîçek Kobanê ji lîngê xwe birîndar bû û dîl ket destê çeteyên girêdayî artêşa Tirk.

YPJ da zanîn ku şervana wan Çîçek ji bajarê Kobanê ye, di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de û di berxwedana rûmetê de li eniyên Eyn Îsayê cihê xwe girtibû û gotibû:

“Em ê nehêlin ev çete gund û bajarên me dagir bikin û pêlî rûmeta me bikin.”

YPJ’ê dest nîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker mîna DAIŞ’ê êrîşî hebûna jinê dikin û got:

Ev kiryarên bê exlaqî ku di şexsê hevala me Çîçek de hatiye kirin li hemberî hemû jinên cihanê û bi taybet jî li hemberî jinên Bakûr-Rojhelatê Sûriyê hatiye kirin.

FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YPJ:
LI DIJÎ KIRINÊN HOVANE, DIVÊ JIN Û CIVAKA NAVDEWLETÎ RABIN SER PÊYAN

Fermandariya YPJ’ê daxuyaniya xwe bi vê hişyariyê bi dawî kir:

“Hevala me Çîçek bi awayekî birîndar, dîl di destê çeteyên dewleta Tirk da ye.
Jiyana wê di bin xeteriyeke mezin da ye.

Ev kiryarên qirêj di encama polîtîka û hevpeyîmana di navbera dewleta Emerîka, Rusya û Tirkiyê çêbûyî de ye.

Lewma bang li hemû jinên cîhanê dikin ku rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin.

Her weha bang li civaka navnetewî dikin ku li hemberî van kirinên der exlaqî û li dijî mirovayiyê bi lezgînî gav biavêjin. “

Leave a Reply

Back to top button