Derbarê bûyera li Qamişlo, hêzên Asayîşê rejîma Sûrî weke berpirs bi nav kir

Belê tilkdarî bûyerê, Hêzên Asayîşê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyanî da û got: “Hêzên rejîma Sûriyê berpirsê şehîdxistina û birîndarkirina endamên me ne.”

Hêzên Asayîşê di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

Îro dewriyek hevpar a hêza me bi makenîzmeya girêdayî Şaredariya Gel tevî hejmarek karkerên paqijiyê, her wiha erebeyek girêdayî warê tenduristiyê li bajarê Qamişlo bûn hedefa hêzên rejîma Sûrî.

Hêzên Asayîşê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku di encamê êrîşê de endamekî Asayîşê şehd û yekî din birîndar bû.

Hêzên Asayîşê sersaxî ji malbata şehîda re xwest, rejîma Sûrî weke berpirsa vê bûyerê bi nav kir û kiryarên tirsonek ên endamên hêzên rejîma Sûrî şermezar kir.

Her wiha tekez kirin ku mîna van êrîşan wê israr û vîna wan a ji bo pêkanîna ewlehiyê li herêmê neşkînin.

Back to top button