Li Ewropayê, Kurd û dostên xwe li dijî tecrîda li Îmraliyê, çalakî pêk tînin

Li gelek bajarên Ewropayê, Kurd û dostên xwe li dijî tecrîda li Îmraliyê, çalakiyên curbecur pêk tînin.
Li Qibris, Almanya û Îtalya çalakî hatin kirin û hat xwestin tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibe.

Çalakiyên Kurd û dostên xwe yên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li tevhiya welatên Ewropayê dewam dikin.

Îro jî, Kurdên li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê daketin qadan û banga bidawîanîna tecrîda li Îmraliyê kir.

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Almanyayê ciwanan çalakî pêk anî

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Almanyayê jî ciwanan bi dirûşma “Li dijî faşîzm, dagirkerî û tecrîdê, bi hev re serhildan” li hev kom bûn û li navenda bajêr çalakiyeke pêk anî.

Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan divê ciwanên Kurd li qadan bin û azadiya Ocalan weke azadiya xwe bibînin.

Li paytexta Îtalya Romayê li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin

Li paytexta Îtalya Romayê, bi heman armancê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.

Çalakiya bi pêşengiya rêxistina sîwanî ya jinan a bi navê Non Una di Meno û Rete Kurdistan li pêşiya Konsolosxaneya Tirk pêk hat.

Di çalakiyê de vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê û doza girtina HDP’ê jî hate şermezarkirin.

Back to top button