Li Norwêc û Kanada kuştina Jîna Emînî hat şermezarkirin

Li paytexta Norwêc Osloyê û bajarê Toronto yê Kanadayê kuştina Jîna Emînî bi çalakiyan hat şermezarkirin. 

Çalakiya li Norwêc li pêşiya balyozxaneya Bilind a Îranê ya li Osloyê û têde bi sedan kesên ji gelek netewan beşdar bûn.

Çalakî ji aliyê komîteyên Osloyê yên KJAR û PJAK’ê ve hate lidarxistin.

Di çalakiyê de bi armanca şermezarkirinê hin çalakgeran porê xwe jê kirin.

Her wiha pankarta ”dewleta Îranê li dijî jinan dest bi şer kiriye” di çalakiyê de hat hildan.

https://bit.ly/3RZwjy0

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî kurd hatin ba hev û ji bo Jîna daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat kirin da ku derbarê Kuştina jina kurd de dest bi lêpirsînê bike.

Çalakiya protestoyî nêzî du saetan dewam kir û bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Back to top button