Rêveberiya Xweser bi komîte û şêniyên Hesekê re civiya

Ji bo şîrovekirin û nîqaşkirina rewşa aborî ya li herêmê Rêveberiya Xweser civînek ji komîteyên Meclisa kantona Hesekê re li dar xist.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser diyar kirin ku ew hewl didin tedbîrên pêwîst ji bo xizmeta şêniyên herêmê, parastin û kêmkirina bandora qanûna Qeyser li ser wan bigirin.

Ji bo nîqaşkirina rewşa aborî ya li herêmê, Rêveberiya Xweser dest bi civînan li gel komîteyên Meclisan û şêniyan kir.

Herî dawî Rêveberiya Xweser civînek ji komîteyên Meclisa kantona Hesekê re li dar xist.

Di civînê de Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş amade bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş ji televizyoa mere ragihand ku armanc ji van civînan şîrovekirina rewşa dawî û bi taybet rewşa aborî ya li herêmê ye.

Her wiha girtina tedbîrên pêwîst ji bo xizmeta şêniyên herêmê, parastin û kêmkirina bandora qanûna Qeyser li ser wan.

Ebid Hamid El-Mihbaş anî ziman ku ji bo rewşa aborî ya li herêmê rû dide wan şaneyek bi navê şaneya kirîza aborî ava kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid jî diyar kir ku piştî bidawîbûna van civînan û girtina pêşinyarên komîte û şêniyan ew ê van pêşinyaran bi şaneya kirîza Aborî re nîqaş bikin.

Back to top button